Josep Borell: Soza me ji bo Ukraynayê endamtiya Yekîtiya Ewropayê ye

Ji bo şerê Rûsya û Ukraynayê di qada navneteweyî de çareserî tê gerandin.
Ukraynayê tevî hemû piştgiriyên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî li hemberî Rûsya encam negirtiye.
Serok dewletê Ukraynayê di Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de axivî û anî ziman ku kêmaniya cebilxane û çekên pêwîst destê Rûsya xurt dibe.
Her wiha Çînê jî derbarê şerê aliyan de diyar kir ku dê Çîn bo Ukrayna-Rûsyayê çekan nefiroşe.

Rayedarên Yekîtiya Ewropayê ku beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munihê bibûn diyarkirin ku li dijî Rûsyayê piştgiriya xwe ji Ukraynayê re bidomînin.

Nûnerê Bilind a Polîtîkaya Ewlekariyê û Têkîliyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell di Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de axivî.

Josep Borell bal kişand ewlehiya Ukraynayê û wiha got:

“Soza herî girîng ku em ê bidin Ukraynayê endamtiya Yekîtiya Ewropayê ye.

Ji bo serkeftina Ukraynayê dem hatiye ku çi ji destê me tê emê bikin.

Pêkanîna vê yekê jî endamtiya Yekîtiya Ewropayê ye.”

Zelenskiy: Neçar man ji parêzgeha evdivka vekişin

Di konferansê de serok dewletê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy jî axivî û diyar kir ku welatên wan pirsgirêkê cebilxaneyê jiyan dike, ev yek destê Rûsyayê xurt dike.

Herwiha Zelenskiy anî ziman ku parêzgeha Avdivka ku çar mehin şerê dijwar rû dide nikarîbûn zêde biparêzin neçar mane vekişin.

Çîn: Em ê ji Rûsya-Ukraynayê re çek nafiroşin

Li aliyê din Wezareta Karê Derve yê Çînê da xuyakirin Wezîr Vang Yî hempişeyê xwe yê Ukraynî Dimitro Kuleba re li Almanyayê civiyan.

Vang destnîşan kir ku têkîliyên xwe bi Ukraynayê re bi awayek asayî dixwazin pêş bixin û got:

“Çîn dê aliyên şer dikin û li heremên şer rû didin çekan nefiroşe.”

Putin: Peşdeçûna şerê li Ukraynayê bo Rûsyayê man û nemanê ye

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî anî ziman ku geşedanên li eniya şer ên li Ukraynayê ji bo Rûsyayê mijara man û nemanê ye.

Ji destpêka şerê Ukraynayê di 24’ê Sibata 2022’an vir ve, Kremlin operasyona leşkerî ya navborî wekî ‘ji bo hebûna Rûsyayê şerekê pêwîst’ binav kir.

Back to top button