21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê

Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye.
Li Bakurê Kurdistanê xedexeya li dijî zimanê kurdî didome.
Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû diyar kir ku heta ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Yekane tişta civakan ji hev cuda dike ziman e.”

Lijneya Giştî ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdehiyê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” qebûl kir.

Ji sala 2000’an ve her sal weke 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin.

Li gor Unescoyê li cîhanê 2 hezar 500 ziman li ber wendabûnê ye.

Yek jî wan zaravayê kurdî yê kirmanckî ye ku bi xetereya windabûnê re rûbirû ye.

Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû têkildarî polîtîkayên Tirkiyê li hember zimanê kurdî nirxandin kir.

“Li Tirkiyê zimanê 25 milyon Kurdan tê înkarkirin”

Azîzoglû da zanîn ku li Tirkiyeyê nêzî 25 mîlyon kurd dijîn, lê zimanê wan ê dayikê ne zimanê fermî ye, ne jî zimanê perwerdeyê ye û wiha berdewam kir:

“‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin.Heke em qala yekîtî û wekheviyê bikin, beriya her tiştî divê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê.

Azîzoglû, destnîşan kir ku heta daxwazên wan neyên bicihkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.

“Tirkiye armanc dike ku zimanê Kurdî ji holê rabike”

Hevseroka Komeleya Lêkolînê Kurd Remziye Alparslan diyar kir ku ziman ji bo civakê dîrok, bîr û çandê temsîl dike.

Remziye Alparslan anî ziman ku di serî de kurdî li Tirkiyeyê gelek ziman di bin gefê de ne û tirkiye armanc dike ku zimanê kurdî û kurdbûnê ji holê rabike.

“Di ser de ciwan divê herkes li Zimanê Kurdî xwedî derkeve”

Remziye destnîşan kir ku li gelê kurd li dijî êrişên li ser zimanê wan ê dayikê di nava têkoşîneke mezin de ne û hema em bighîjin armancên xwe emê têkoşîna xwe bidomînin.

Hevseroka Komeleya Lêkolînê Kurd di dawî de bang li hemû gelê kurd taybet jî ciwanan kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin û kurdî biaxivin û bi kurdî bijîn.

Back to top button