Di pevçûnên li Qûdsê de zêdeyî 100 kes birîndar bûn

Li Qûdsê nîvê şevê çalakgerên Fîlîstînî û polîsên Îsraîlê bi hev ketin.
Zêdeyî 100 kes birîndar bûne.
Serokomarê Tirkiye Erdogan yê xwe weke parêzvanê gelê Filistînê nîşan dida, bi dizî ketiye nava peywendiyên li gel Îsraîlê.

Zêdeyî hefteyeke her şev di navbera rastgirên tund ên ku serweriya nijada Yahûdî diparêzin û Filistîniyan de pevçûn derdikeve.

Ev şer jî bi giranî li qada Deriyê Şamê yê Qûdsê diqewime.

Doh bi şev jî di navbera polîsan û çalakgerên Filistînî de pevçûnên dijwar rûdan.

Li gorî Heyva Sor a Filistînê herî kêm 105 kes birîndar bûn ku 20 ji wan rakirin nexweşxaneyê.

Polîsan diyar kirin ku ji wan jî 20 kes birîndar bûne û 44 kes di şer de hatine binçavkirin.

Tirkiye li pey avakirina têkliyên bi Îsraîlê re ye

Di vê navberê de dewleta Tirk ya li ser xwîna gelê Filistînê bazarê dike, bi awayekî veşartî ketiye nava hewildana diyalonên li gel Îsraîlê.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya mixalîf ya Tirkiyê de hatî belavkirin, Enqere ya dixwaze li gel Til Evivê danûstandinan baş bike li rêbazan digere.

Piştî Misir, Tirkiye jî dixwaze têkliyên li gel Îsraîlê asayî bike.

Hate zanîn ku ji Tirkiyê bo Îsraîlê di asta jor de vexwendinek çêbûye.

Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê ji bo foruma Dîplomasî ya Antalya ku wê 18-20 Hezîranê pêk were hatiye vexwendin.

Ger wezîrê Îsraîlê serdana Tirkiyê bike ev yek piştî demek dirêj wê bibe hevdîtina yekem ku navbera herdu welatan de pêk hat.

Back to top button