Şêniyên Qamişlo bi merasîmekê şehîd Hayis El-Ciriyan oxir kir

Şêniyên Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şehîd Hayis El-Ciriyan oxir kirin.

Rûspiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan di êrîşa çeteyên El-Dîfaa El-Wetenî de şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana şehîd Delîl Sarûxan hat li darxistin..

Bi dehan ji şêniyên Qamişlo, Til Hemîs û rûspiyên herêmê tevli merasîmê bûn..

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin..

Kesên axivîn diyar kirin ku şehîd Hayis her tim hewl dida pêkhateyên herêmê li hev bikin û nehêle ku fitne navbera wan de çêbibe.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd birin gundê Şermûx ê navçeya Til Hemîsê û li wir cenaze hat veşartin.

Back to top button