Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Ocalan hikumxwarekî ji rêzê nîne

Ji parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez derbarê domandina tecrîda li Îmraliyê de axivî.
Parêzer Bîlmez diyar kir ku Rêber Apo hêzên demokrasiyê rexne dike ji bo bi rengekî wisa tevdigerin mîna ku polîtîkaya tecrîdê qebûl kirine.
Bîlmez bang kir ku li dijî dewamkirina tecrîdê xeta têkoşîna demokratîk bê avakirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez derbarê tecrîda li Îmraliyê de ji ANF’ê re nirxandin kir.

Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku dewleta Tirk gelek mafên ku di qanûnên wê de hene û bi peymanên navnetewî hatine misogerkirin nas nake û di bêhiqûqiyê de israr dike.

Îbrahîm Bîlmez got:

“Rêber Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve nikare ji van mafên xwe yên bingehîn sûdê werbigire, ev jî nîşan dide ku Abdullah Ocalan hikumxwarekî ji rêzê nîne.

Rêber Ocalan kesayetekî welê ye ku ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li gelek welatên Rojhilata Navîn bandora xwe heye, fikir û polîtîkayên wî li ber çavan têne girtin û hewl dide projeyên xwe yên siyasî û civakî bixe meriyetê.”

Bîlmez diyar kir ku di rewşa heyî de ku tecrîd dewam dike, îradeya siyasî giraniya xwe daniye ser polîtîkayên ewlekariyê ku tê wateya israra di neçareseriya pirsgirêka Kurd de.

Parêzer Bîlmez: Ji bo pirsgirêka Kurd, Ocalan daxwaza rêbazên demokratîk dike

Parêzer Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi israr dixwaze ku di meseleya Kurd de dest ji polîtîkayên neçareseriyê bê berdan, rêbazên demokratîk û aştiyane bên ceribandin.

Parêzer Bîlmez bal kişand ku Ocalan hêzên demokrasiyê rexne dike, ji ber ku bi rengekî welê tevdigerin, mîna ku polîtîkaya tecrîdê û polîtîkayên ewlekariyê qebûl kirine û hînî vê rewşê bûne.

Parêzer Bîlmez bang kir ku xeta têkoşîna demokratîk bê avakirin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku Rêber Ocalan gelek caran diyar kir ku tecrîdkirina wî û bûyerên civakî û siyasî yên li Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ne.

Bîlmez got,

“Divê bê zanîn ku astengkirina hevdîtinê biryareke siyasî ye. Eger ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re destûr nayê dayin, eger asta tecrîdê hatibe bilindkirin, divê ev yek weke israra di neçareseriyê de bê dîtin û li dijî vê jî xeta têkoşîna demokratîk bê avakirin.”

Back to top button