Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 141 kesên din bi Coronayê ketin û 10 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 10 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 141 kes jî bi vîrûsê ketin ku ew jî 61 mêr û 80 jin in.

Ciwan Mistefa diyar kir ku 18 kesên ku berê bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Heta niha li herêmê 14 hezar û 822 kes bi Corona ketine, ji wan 495 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 506 kes baş bûne.

Back to top button