Slovakya ji bo piştevaniya Çekya 3 dîplomatên Rûsya dersînor dike

Di krîza dîplomasiya navdewletî de Slovakya jî xwe avêt ser dîkê.
Slovakya ji bo piştevaniya bi Çekya re biryar girt ku 3 dîplomatên Rûsya dersînor bike.

Serokwezîrê Slovakya Eduard Heger tevî wezîrên li gel daxuyaniyek çapemeniyê da.

Eduard Heger ragihand ku ew ê dîplomatên Rûsya dersînor bikin û got:

Em dixwazin li gel Rûsya têkliyek rêzdarî ya beramber pêk were.

Heger dazanîn ku beriya biryarê ji bo dîplomatan bidin, îstixbareta welat li ser hersê dîplomatên Rûsya xebatek baldar meşandine û piştre ev biyar hatiye girtin.

Ev yek jî weke piştevaniya bi Çekya re hate şîrovekirin.

17’ê Nîsanê Serokwezîrê Çekya ragihandibû ku di teqîna 2014’an ya li welat de destê Rûsya heye.

Ji ber vê yekê jî 18 dîplomatên Rûsya dersînor kir.

Moskowa jî weke bersiv 20 dîplomatên Çekya vegerand Prag.

Krîza dîplomasî piştî DYA ceza li ser Moskow ferzkirin, Polonya û Çekya dest bi dersînorkirina dîplomatên Rûsya kir.

Back to top button