Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevyazbariya sala xwendinê ya 2023-2024’an ragihand.
Tomarkirin li 4 navendan ji 6`ê Îlonê de dest pê dike û heta 16`ê Îlonê didome.
Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevyazbariya sala xwendinê 2023-2024 raghand.
Hemû fakulte û peymangehên Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,
Peymangehen Amadekirina Mamosteyan ên girêdayî Desteya Perwerdeyê û
Peymangeha Tenduristiyê ya Desteya Tenduristiyê di nava xwe de digire.
Navendên tomarkirina hevyazbariyê
Navendên tomarkirina hevyazbariyê li ser çar navendên sereke belav dibin. ew jî ev in:
Qamişlo: Hilêliyê, avahiya sereke ya Zanîngeha Rojava.
Kobanê: Avahiya sereke ya Zanîngeha Kobanê.
Reqa: Avahiya sereke ya Zanîngeha Şerq.
Şehba: Ehdas, navenda KPC’ê.
Mekanîzma tomarkirinê
Tomarkirina xwendekaran li navendan di 06.09.2023’an dest pê dike û di 16.09.2023’yan de bi dawî dibe.
Di qonaxa duyemîn de, xwendekarên beşa zanistî yên ku ji sedî 80 û jor de pile anîne dê bên veqetandin.
Dûre dê ezmûn bi sîstema otomatîzê ji bo materyalên bîrkarî, fîzîk, kîmya, zindînasî di dîroka 20.09.2023`yan de pêk were.
Beşên ku pêwîstiya wan bi ezmûnan heye
Beşên ku pêwîstiya wan jî bi ezmûnan heye; ev in:
Zanîngeha Rojava: Fakulteya Tibê, Mîmariya Jîngehê, Endazyariya Çandiniyê, Endazyariya Petrol û Petrokimyayê
Kompîter, Peywendî (komunîkasyon), Mekatronîk, Biyokimya
Zanîngeha Şerq: Fakulteya Tibê, Endazyariya Çandiniyê
Zanîngeha Kobanê: Peymangeha Bijîşkî
Desteya Tenduristiyê: Peymangeha tenduristiyê.
Wê encamên ezmûnan dê di 24.09.2023`yan bê raghandin .
Piştî derketina encaman; navendên hevyazbariyê dê pêşwaziya xwendekaran di navbera 26.09 û 02.10.2023`yan de bike.
Hemahengiyê destnîşan kir ku dewama fermî ya xwendekarên nû yên zanîngehan dê di dîroka 14.10.2023’yan de dest pê bike.



