Dêra Zor-QSD’ê gundê Hewayîc ê Dîbanê paqij kir

QSD’ê gundê Hewayîc ê Zîban paqij kir û 4 endamên Dîfa El Wetanî girtin.

Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya ku QSD’ê li dijî çeteyan û bazirganên hişbirê daye li gundewarê Dêrazorê daye destpêkirin di roja 10’an de didome.

QSD′ê ragihand ku gundê Hewayîc ê Dîban ê rojhilatê Dêrazorê hat paqijkirin û 4 endamên Dîfa El Wetanî hatin girtin.

Li Dîbanê 12 çete hatin kuştin yek jî dîl hate girtin

Her wiha nûçegehanê me ji herêmê ragihandin ku li Dîbanê êrîşeke çeteyan hate têk birin û di encama de 12 çete hatin kuştin , çeteyek jî dîl hate girtin.

Komeke çeteyên Dîfa El Watanî li Zîban in û aloziyan derdixin

Back to top button