El Asî: Heta paqijkirina herêmê ji çeteyan wê operasyon bidome

Endamê Fermandariya Meclisa Dêrazorê Ibrahîm El Asî derbarê rêveçûna operasyonê axivî û diyar kir ku wek şervanên meclisa Leşkerî ewê heta baqijkirina hemû herêmê operasyonê bidomînin..
Her weha QSD’ê piştî paqijkirina bajarokê El Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê ji çeteyan, dest bi operasyona lêgerînê kir.

Di van demên dawiyê de li gundewarên me yên Dêrezorê û rojhilatê wê çeteyan hewl da bi riya belavkirina madeyên hişbir û sûcên li dijî sivîlan tevlîhevî derxin.

Li ser daxwaz û banga êl û welatiyên Dêrazorê a paqijkirina herêmê ji çeteyan, Hêzên QSD banga welatiyan bersivand û operasyon da destpêkirin.

Operasyon 9 roj e bi xurtî rêve diçe û hîna jî dijî hemû bazirgan, çete û aliyên dijber ku bi riya fitneyan dixwestin tevlîhevî derxînin berdewma dike.

Wek hêzên leşkerî yên Dêrazorê niha li bajarokê şihêl in, moralê hemû şervanan bilinde û emê dewam bikin heta hemû herêmê ji çeteyan paqij bikin.

Back to top button