El Miqdad: Şertê vegera têkiliyan derketina ji axa Sûriyê ye

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad destnîşan kir ku vekişîna hêzên dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê rêya tekane ya vegerandina têkiliyan e.

Wezîrê derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad helwesta Şamê ya vekişandina hêzên dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê teqez kir û destnîşan kir ku ew rêya tekane ya vegerandina têkiliyên di navbera herdu dewletan de ye.

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê da zanîn ku El Miqdad di panelekê li “Pirtûkxaneya Niştîmanî ya Esed” a Şamê de der barê hevkariya şandeyên Rûsya û Sûriyeyê de axivî û got:

“Tirkiye dizane ku vekişîna hêzên wê ji xaka Sûriyeyê rêya tekane ya vegerandina têkiliyên di navbera herdu dewletan û herdu gelan de ye.”

Esed di hevdîtina xwe ya bi wezîrê karên derve yê Îranê Amir Ebdullahiyan re di 31’ê Tebaxê de destnîşan kiribû ku vekişîna dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê merceke sereke ye û bê wê têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de wek berê venagerin.

Back to top button