Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Necimedîn Mele Omer diyar kir ku ev ne cara yekem e dewleta Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê dike armanc.
Necimedîn Mele Omer da zanîn ku rejîma Tirkiyê mîna dewletên xwedî siyasetên li ser esasê tundî û derxistina şer, fikrê demokrasiyê yê HPG’ê qebûl nake.
Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê bêdengiya hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê der barê êrîşên domdar ên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastina Medyayê rexne kir û bagan rawestandina wan kir.
Şêniyên Qamişlo: Hikûmeta başûrê ji bo berjewendiyên xwe bêdeng e
Şêniyên Qamişloyê jî, êrîşên li ser Zap û Avaşînê şermezar kirin û anîn ziman ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bêdeng e.



