Rewş metirsîdar e û dewleta Tirk qutkirina avê didomîne

Demeke dirêj e dewleta Tirk berê êrîşên xwe daye ava herêmê û wê jî tevî hemû sûcan li dijî gelên wê, bi kar tîne. Dîmenê ku hûn niha bibînin asta kêmbûna ava Firatê diyar dike. 

Ev dîmen ê ava çemê Firatê ye..

Hûn jî dibînin çi qasî rêjeya wê daketiye û veguheriye çiraveke mezin a nexweşiyan ku qirêj lê kom dibe.

Ev qirêj û nexweşî niha li ser jiyana mirov û ajalan, metirsiyeke mezin çêdike û dibe pêşerojê karesateke jîngeh û mirovî li tevahiya Sûriyê çêbibe.

Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilata Sûrî jî berê hişyariya rûdana karesateke mirovî dabû.

Dewleta Tirk bi zanebûn di 27’ê Çileyê de asta ava çemê Firatê ji 500 metrekabikî daxist 200’î di saniyekî de û vê jî gelek pirsgirêk derxisin.

Jê jî, kêmbûna ava vexwarinê, qutbûna kehrebeyê û qelsbûna çandiniyê.

Back to top button