Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê Gêlo Îsa got ku biryara êrîşên li ser Qamişlo di civîna Astanayê ya beriya demekê de hatiye girtin.
Gêlo Îsa da xuyakirin ku, dewleta Tirk a dagirker, Îran û Rûsya di çarçoveya parastina berjewendiyên hikûmeta Şamê de, piştgiriyê didin çeteyên Dîfa El-Wetenî.
Îsa da zanîn ku armanca wan a van êrîşan, tevlihevkirina herêmê bo hikumetê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê bang li Koalîsyona Navdewletî û garantorên li herêmê kir ku van çeteyan ji holê rakin û destekê bidin Rêveberiya Xweser.