SOHR: Keştî ya Îranê ye û 3 kes tê de mirine

Li herêma deryayî ya Banyasa Sûriyê, agir bi keştiyek veguhestina neftê ket. Tê gotin keştî ya Îranê ye û di encamê de 3 kes mirine. 

Ajansa Fermî ya Hikûmeta Şamê SANA’yê diyar kir ku şewat di depoyeke keştiyê de derketiye û texmîn kir ku erîş ji aliyê droneke bêmirov çêbûye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî, keştî ya Îranê ye û di encama şewatê de 3 kes mirine.

Lê navgînên ragîhandina Îranî ji aliyê xwe ve, ev texmîna ku dibêje keştî Îranî ye red kir û ziyan tenê di çarçoveya madî de nîşan da.

Back to top button