“Tecrîd sûcek dijî yasayên navneteweyî û mafê mirovan e”

Mamostayên Zanîngehên Başûrê Kurdistan anîn ziman ku dagirkeran bi girankirina tecrîda li dijî Rêber Apo hewl didin çareseriya pirsgirêka Kurd asteng bikin.
Her wiha Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî diyar kir ku sîstema sermayedar bi ferzkirina tecrîdê dixwazin rê li ber belavkirina felsefeya Rêber Apo bigire ji ber ku ji xwere wek metirsiyek mezin dibîne.

Nerazîbûnên derbarê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de zêde dibin.

Siyasetmedar û Mamostayên Zanîngehên Başûrê Kurdistanê derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo nirxandin kirin û gotin

”Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan sucek dijî yasayên navneteweyî û mafê mirovane.”

”Ji bo astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo tê tecrîdkirin”

Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Qasim Merzanî balkişand li ser armanca komplo û tecrîdê ev nirxandin kir:

Armanc ji girtina Rêber Abdullah Ocalan astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurde.

Ji ber eşkereye ku kilîta çareseriyê li gel Rêber Abdullah Ocalane.

Welatên desthilatdar ên wek Tirkiye, Îran, Îsraîl ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de bihêlin, hevkariyê dikin.”

Qasim Merzanî destnîşan kir ku welatên hegemon naxwazin pirsgirêkan çareser bikin û wiha dewam kir :

“Ji bo peyamên Rêber Ocalan ên ji bo aştî û çareseriya pirsgirkan negihije derve, her ku diçe tecrîdê girantir dikin.”

Li aliyekî din Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî diyar kir ku sîstema deshilatdar felsefeya Rêber Apo ji xwere metirsiyek mezin dibîne, ji ber wê tecrîdê ferz dikin .

Seîd Kakeyî: Felsefeya Rêber Apo ji bo sîstemîn sermayedar metirsiye

Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan mijareke navdewletiye û got:

“Armanca tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ewe ku felsefeya wî li nava gelan belav nebe.

Ji ber ku ev felsefe bûye metirsiyek mezin li ser pergala deshilatdariyê.

“Pergala konfederalîzma demokratîk çareseriye”

Bûye ruh û cewherê têkoşîna welatparêzan.”

Seîd Kakeyî destnîşankir ku ev sîstema Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar dike, ne di berjewendiya dewleta Tirk û rejîmên li herêmê de ye ji ber wê nahêlin bikeve meriyetê.

Seîd wiha dom kir: ” Divê Kurd hewl bidin vê felsefeya nû ya Abdullah Ocalan ku dibin tecrîdê de nexşe rêya wê daniye, bi pratîk bikin û pêkbînin. Da ku bikarin bi azadî bijîn.”

Çavdêrê Siyasî Seîd Kakeyî wiha dawî li axftina xwe anî:

“Ger sîstema Konfederalîzma Demokratîk were bicihanîn, wê hemû netew bikarin çarenûsa xwe destnîşan bikin, bi hevre di nava aştiyê de bijîn û ti cûdahî di navbera wan de nebe.”

Back to top button