Sedir li dijî Sudanî dest bi pêngavekê dike

Berpirsekî Iraqê ragihand ku Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir pêngaveke nû li dijî hikûmeta Sûdanî destpê dike û li hemu parêzgehên Iraqê banga nimêja înê ya girseya gel kiriye.

Berpirsekî Iraqî ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rojnewsê re ragihand ku di nava çend rojên borî de Sedir li hemû parêzgehên Iraqê banga nimêja Înê ya girseyî kiriye.

Hat gotin ku ev jî sedemeke ku careke din Sedir ji bo komkirina alîgirên xwe û ruhê çalakî û pêngavên mezin ên di nava çend mehên bê yên li dijî hikûmeta Sûdanî vegere.

Heman berpirsî ani ziman ku Sedir got ku tevgera wî di wezîfeyên îdarî de li gorî yasaya hilbijartinên meclîsên parêzgehê hatiye paşguhxistin, vê jî wiha li Sedir kir ku dubare vegere qada siyaseta Iraqê.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku Tevgera Sedir weke sala guhertinê bi nav dike.

Ofîsa Sedir pêştir banga lidarxistina nimêja Înê ya girseyî li hemû parêzgehên Iraqê kiribû ku Bexda jî di nav de.

Ev jî di demekê de ye ku li Iraqê li hemberî bilindbûna buhayê dolar û ketina dînar li kolanên Iraqê çalakiyên nerazîbûnê hene.

Back to top button