“Zextên li dijî rojnamegeran di sala 2022’an de zêde bû”

Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ya Salane hat eşkerekirin.Di raporê de hate diyarkirin ku di sala 2022’an de li Tirkiyê zextên dewletê li dijî Rojnamegeran zêdetir bûye.Di nava salekê de 39 rojnameger hatine girtin û 76 rojnameger jî ceza li wan hatiye birîn.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Sala 2022’an eşkere kir.

Komleyê ragihand ku wan bi hêviya azadiyê xwedî li çapemeniya azad derktinê derbasî sala 2022’an kir lê binçavkirin û girtinan sal qedandin e.

Û desthilatdariya Tirk ji bo temenê xwe dirêj bike, alozî û şerê heyî kurtir kir û bi van xalan bal kişand ser binpêkirinên nava salê hati kirin:

DFG: 39 Rojnameger hatin girti

Desthilatê gavên herî mezin a ku tê wateya ‘Kuştina Rojnamegeriyê’ di nav sala 2022’an de pêk anî.

Gelek rojnameger di van êrişan polîsan de hatin derbkirin.

Bi derxistina qanûna bi navê ‘Qanûna Dezenformasyonê’ ku di rastiya xwe de Qanûına Sansûrê ye derket li azadiya çapameniyê û raman hat xistin.

Bi derketina vê qanûnê hejmara dozên ku vebûn zêde bû.

Di 25’ê cotmehê de jî bi Enqereyê ve girêdayî êriş û operasyon pêk hat û bi ser mal û kargehan hat girtin.

Binpêkirina mafên Rojnamegeran ên sala 2022’an wiha ne;

  • Rojnamegerek hat kuştin.
  • 65 Rojnameger rastî êrişê hatin.
  • 116 Rojnameger hatin binçavkirin.
  • 39 Rojnameger hatin girtin.
  • 118 Rojnameger rastî îşkence û muameleyên nebaş hatine.
  • 48 Rojnameger gef li wan hatin xwarin.
  • 22 Rojnameger ji kar hatin derxistin.
  • 132 Astengiyên şopandina nûçeyan hatin kirin.
  • 56 Malperên înternetê hatin girtin.
Back to top button