Hikumeta Netanyahu di reforma darazê de bi îsrare

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê hişyariya “şerê navxweyî” da.
DYA û welatên Ewropayê jî bertek nîşanî biryarê dan û gotin: “Divê xweseriya darazê were parastin.”

Li Îsraîlê piştî ku hikumeta Serokwezîr Benjamin Netanyahu pêşnûmeya reforma darazê qebûl kir, li welêt rê li ber gelek nerazîbûnan vekir.

Li gor yasaya nû, Dadgeha Bilind nikare li ser biryara hikumetê re biryareke din bigire.

Lewma Îsraîlî li ser siberoja demokrasiya welêt bi fikarin.

Li Îsraîlê hişyariya şerê navweyî hate dayîn

Serokwezîrên berê yên Îsraîlê Ehud Olmert diyar kir ku welat di nav metirsiyeke cidî ye û hikûmet bi hewla dînamîk kirina bingeha demokrasiya Îsraîlê tawanbar kir.

Olmert got:

“Em vê tiştê qebûl nakin. Tiştek wisa qet nebûye. Em ber bi şerê navxweyî ve diçin.”

Duh jî gelek rojnameyên Îsraîlê bi sernivîsa “Rojek reş ji bo demokrasiya Îsraîlê” di nav rûpeleke reş de hate weşandin.

Pirotestoyên bijîşk û leşkeran dewame

Her wiha piştî ku qanûn ji meclîsê hat qebûlkirin, Yekitiya bijîşkan biryara grevê dabûn.

Rêxistina Sendîkayên Îsraîl ya bi navê Histadrut jî ragihand ku ew amadekariya greva giştî bo rojên pêş dikin.

Aloziya der barê 10 hezar leşkerên yedek jî dewam dike.

Leşkeran diyar kirin ku ger pêşnûme li meclîsê were qebûlkirin ew ê neçin ser erkê xwe.

Li dijî vê yekê artêşa Îsraîlê li leşkerên ku îstifa kirine, cezayê pere û 15 roj cezayê taloqkirinê birî.

Serokê opozîsyonê Jair Lapid ji leşkeran xwest ku vegerin ser erkên xwe û li benda biryara Dadgeha Bilind bin.

DYA û welatên Ewropayê bertek nîşanî biryarê dan

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşnûmeya ku ji aliyê Meclîsê ve hat qebûlkirin weke “Talihsiz” bi nav kir.

Îngilîstanê jî bang li hikûmetê kir ku serxwebûna darazê biparêze.

Wezîrê Edaletê yê Almanyayê Marco Buschmann diyar kir ku divê serxwebûna darazê were parastin.

Yek ji qanûnên sereke yên pilana reformê hate derxistin

Back to top button