Li Çînê Wezîrê Karê Derve yê winda hate guhertin!

Rêveberiya Çînê Wang Yî careke din bo erka Wezîrê Karê Derve erkdar kir.
Wang yê berî 7 mehan dest bi erk kirî, li kure û sedema ji erkgirtina wê nediyar e.

Wezîrê Karê Derve yê Çînê Qin Gang yê meheke di raya giştî de nehatibû dîtin, ji wezîfeyê hat girtin.

Li şûna wî, Wang Yî hat danîn.

Wang Yi, ku ji sala 2013’an heta 2022’an wezîrê karên derve bû, di despêka salê de bo Rêveberê Ofîsê yê Komîteya Têkiliyên Derve ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst li Çînê hate tayîn kirin.

Li Çînê ev postek ji Wezîrê Karê Derve bilindtir e.

Di daxuyaniya Wezareta Karê Derva ya Çînê da hat ragihandin ku Wang piştî civîna welatên BRICS a wê 24-25’ê Tîrmehê de li Afrîkaya Başûr bê lidarxistin, wê biçe Nîjerya, Kenya û Tirkiyê.

Qin Gang yê 57 salî ku ji kar hat dûrxistin, di nava demekî kin de li cihên bilind erk girt.

Gang li DYA weke balyozê Çînê jî kar kir.

Hat diyarkirin ku ew di nav navên nêzî Serokê Çînê Xi Jinping de cih digire.

Her wiha di mezinbûna bi lez a Çînê de bi bandor bû.

Qin Gang ji 25’ê Hezîranê ve winda ye

Dema ku ew wek wezîrê derve yê herî ciwan ê Çînê hat tayînkirin, lêkolînerên siyasî ev yek bi sedema aramnkirina têkliyên Çîn-Amerîka ve girê didan.

Piştî hevdîtin û xwarina pênc saet û nîvan di navbera Gang û hempîşeyê wî yê Amerîka Antony Blinken ya di 18’ê Hezîranê de, her du alî ev danûstandin wek “dil û avaker” binav kirin.

Wezîrê Karê Derve yê 25’ê Hezîranê li Pekînê bi rayedarên Srî Lankayê, Rûs û Vîetnamî re hevdîtin pêk anîbû, ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Daxuyaniya ku Gang di meha Tîrmehê de ji ber “sedemên tenduristiyê” li Endonezyayê hat lidarxistin neçû Civîna Yekîtiya Neteweyên Asyaya Başûr-Rojhilatê (ASEAN).

Wang Yi li şûna Gang beşdarî civîna ASEAN bû û bi rayedarên payebilind re yên di nav wan de wezîrên derve yên Amerîka û Rûsyayê Antony Blinken û Sergey Lavrov jî hebûn re hevdîtin pêk anî.

Back to top button