Rûspiyên eşîrên Tebqayê û Reqayê diyar kirin ku divê şêniyên herêmê ji xetereyên şerê tabyet ê ku dewleta Tirk dimeşîne, hişyar bin.
Rûspiyê eşîra El Weheb a Tebqayê Cemal El Hinêtir derbarê mijarê axivî û got:
“Dewleta Tirk plan û şerê xwe yên taybet li dijî şênî û rêveberiya herêmê didomîne..
Da ku ewlehiyê têk bibe û tevliheviyê biafirîne.
Divê şêx û rûspiyên eşîran ciwanan ji xetere û planên ku dijmin li ser herêmê amade dikin, hişyar bikin.”
Ji rûspiyên eşîra El Weheb a Tebqayê Ferhan El Emala jî dibêje:
Rûspiyên eşîran li hemberî hemû êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê disekinin..
Dewleta Tirk dixwaze tevliheviyê li herêmê biafirîne ..
Rewşeke bêbaweriyê di navbera Rêveberiya Xweser û gel de çêke.”
Rûspiyê eşîra El Bû Esaf a Reqayê Hemed El Qerace jî got:
Erdogan destekê dide terorê û hewl dide fikrê dewlemend ku li ser dîktatoriya wan xetere ye, ji holê rake.