Li herêma cizîrê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêmê rastî bertekên tund tên.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan êriş hatin şermzarkirin.
Her wiha bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku sînorekî ji dewleta Tirk re deyînin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber didomin. Bertekên gelên herêmê yên li dijî van êrişan jî zêde dibin.

Îro jî li gelek deveran êriş hatin şermezarkirin.

Meclisa Kontona Qamişlo li ser êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî gel û binesaziyên herêmê hatin şermezarkirin.

Meclisê diyar kir ku gelên herêmê wê li dijî êrişên terorîst li ber xwe bidin û destketiyên xwe biparêzin.

Meclisa Navçeya Girkê Legê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û soza mezinkirina têkoşînê dan.

Li navçeya Çil Axa jî bi heman armacê daxuyanî hat dayîn û hate gotin:

“Bi salan e dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê êrişan dike û hewl dide hêviyên gelên Sûriyê têk bibe.

Meclisa Navçeya Tirbespiyê jî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê parçeyek ji komploya navnetewî ye.

Pêkhateyên Til Koçerê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin.

Şêniyên Til Koçer eşkere kirin ku ew ê gelê herêmê bi hevgirtin û yekîtiya xwe planên dagirkeran têk bibin.

Xelkê navçeya Til Hemîsê jî bi daxuyaniyekê êriş şermzar kirin.

Li navçeya Amûdê daxuyaniyek hate dayîn û îşaret bi durûtiya Erdogan û êrişên li hember gelê herêmê hate kirin.

Hate gotin dewleta Tirk li dijî gelên herêmê sûcê şer dike lê cîhan çavên xwe lê digire.

Gelên herêma Firatê: Divê sînorek ji dewleta Tirk re bê danîn

Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên Tebqa û Reqayê jî bi heman armancê daxuyanî dan û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî herêmê didomîne.

Sersaxî ji malbata şehîd Şiblî Şiblî re hate xwestin û bang li civata navnetewî hate kirin ku li dijî êrişan bi erka xwe rabe û sînorekî ji dewleta Tirk re deynin.

Meclisa Dêrîkê êrîş û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir

Back to top button