Rêveberiya Xweser: Wê vîna gel û xeta şehîdan riya serkeftinê bîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişan bang kir ku got:
Divê bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bibe.
Vîna gel û xeta şehîdan rêya ber bi serkeftineke mayînde ve ye.

Rêveberiya Xweser derbarê êrişan de daxuyaniyekê nivîskî weşand.

Rêveberiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû derfetên xwe hewl dide aramiya herêmên me têk bibe,

Hewl dide xebatên me yên ji bo têkbirina terorê asteng bike.

Ji destpêka vê mehê ve saziyên sereke, çavkaniyên jiyanê û qadên sivîlan kirin hedef.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî parêzvanên herêmê jî didomîne.

Rêveberiyê anî ziman ku ji fermandarên QSD’ê Şibilî Dêrik bi hemû îmkanên xwe bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên têkoşîna li dijî terorê re kar kir.

Di êrişa îro de 2 zarok û birayê şehîd Şibilî birîndar bûn. Di heman rojê de Şîrketa Nema ya Çandiniyê ya li Dêrikê jî hat hedefgirtin û di encamê de qurbanî çêbûn û zirar gihîşt sivîlan. Ev êriş berdewama rêze êrişên li dijî navendên xizmetguzariyê ye.

Ev êriş me ji xeta têkoşînê ya li dijî tevahî planên dijber dûr naxe. Em ê li hemberî tevahî hewldanên bi armanca têkbirina vîna me û mafên me yên rewa rabin. Di serî de Koalîsyona Navneteweyî, em bang li tevahî hêzên aktîf ên li Sûriyeyê dikin ku dawî li bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên li ser istiqrara herêmên me û hewldanên têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ û tundrawiyê bînin.

Em bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî dikin ku destekê bidin herêmê, nexasim piştî hedefgirtina saziyên sereke û binesaziya herêmê. Di dawiyê de em sersaxiyê ji malbata şehîd Şibilî Dêrik û hevrêyên wî û tevahî malbatên şehîdên êrişên dewleta Tirk re dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn re dixwazin. Vîna gelê me û xeta şehîdên me rêya me ya ber bi serkeftineke mayînde ve ye.”

Back to top button