Cemal Şêx Baqî: Tevlîbûna PDK’ê di şer de kaxiza dawî ya dewleta Tirk e

Sekreterê Giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî hişyarî da PDK’ û got: “Eger PDK`ê bikeve nava vî şerî û tevlî komploya dewleta Tirk bibe, wê Kurdistanê bixe nava xeteriyek mezin.” Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Şehbayê Ismaîl Mûsa jî diyar kir ku, li henberî êrîşên dewleta Tirk ewê berxwedana xwe mezin bikin.

Êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî gerîla û Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê du roj berê daxuyaniyek weşand û ev hişyarî dabû:

“Li gorî daxuyaniyên rayedarekî PDK’ê ku li ser navê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan axivî û her wiha li ser daxuyaniyên Waliyê Duhokê û li gorî agahiyên îstîxbaratî yên gihaştine ber destê me, hêzên PDK’ê xwe amade dikin ku tevlî şerê di navbera me û dewleta Tirk a dagirker de bibin.”

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (PDKS) Cemal Şêx Baqî li ser mijarê axivî û diyar kir ku hîn biryareke fermî ji aliyê hikumeta Başûr ve di vî warî de tune ye, lê mixabin ew jî bêdeng e û tu helwestekê nîşan nade û got: “PDK`ê her tim li ser navê pêşmergeyan diaxive, ji ber ku saziyên li Başûr ji aliyê wan ve tên birêvebirin, lê ev siyaset, siyasetên PDK’ê ne.”

Şêx Baqî destnîşan kir ku şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime, ne li gorî planên dewleta Tirk a dagirker ku li pey hev derbên giran dixwe û bi bin dikeve.

Sekreterê Giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî hişyarî da PDK’ê û got: “Eger PDK`ê bikeve nava vî şerî, wê zirarê ne tenê bide PKK’ê yan jî xwe, lê belê wê Kurdistanê bixe nava xeteriyê mezin.

Divê rayedarên PDK`ê ku desthilat Başûr kirine bin serweriya xwe, hişyar bin.”

Meclisa Kantona Şehbayê: Li hemberî êriş û komployan, em ê berxwedana xwe bidomînin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Şehbayê Ismaîl Mûsa jî li ser gefên Erdogan ên êrîşeke li ser herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku ev êrîş û propagandayên dewleta Tirk ciddî ne û banga bilindkirina asta berxwedanê kir.

Ismaîl Mûsa got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker, pêkanîna xewnên pêşiyên xwe yên osmanî û avakirina împeratoya xwe li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê ye.

Back to top button