HPG: 12 Leşkerên Tirk hatin kuştin derb li 2 helîkopteran hat xistin

Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê şerekî giran diqewime. HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayan de 12 leşkerên Tirk hatin kuştin. Her wiha hat diyar kirin derb li 2 helîkopteran jî hat xisrtin û artêşa Tirk a dagirker jî 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeper û tunelên şer bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk ya dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir çalakiyên gerîla yên li dijî êrişên artêşa Tirk ya dagirker di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de dewam dikin û wiha got, “Di encama çalakiyên hêzên me yên ku bi rihê Apocî pêk anîn de 12 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, derb li helîkoptereke êrişê û helîkoptereke Skorsky hatin xistin.

Artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeper û tunelên şer bombebaran kirin. Qadên Berxwedanê 33 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obusan hatin bombebarankirin.”

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir;

“Li Herêma Avaşînê 6’ê Hezîranê li herêma Werxelê bi çekên giran li hêzên dagirker hat xistin. Hêzên me li qada Mervanosê jî li helîkoperan xistin ku dixwestin derbasî qadê bibin. Di encamê de derb li helîkoptereke êrişê û yeke Skorsky hatin xistin.

Li Herêma Metîna 6’ê Hezîranê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Cûdî hat xistin.

Heman rojê li dagirkerên li Girê Hekarî jî hat xistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Li Herêma Zapê 6’ê Hezîranê li Qada Şehîd Şahîn li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê hat kirin û di encamê de dagirkerek hat cezakirin û yek jî birîndar bû.

Heman rojê li Qada Karker jî tîmên me yên gerok ji du aliyan ve li hêzên dagirker xistin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Li Herêma Xakurkê 4’ê Hezîranê li Girê Koordînê yê bi ser Qada Şehîd Bêrîtan bi çekên giran li dagirkeran hat xistin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.

Dîsa heman rojê li Girê Şehîd Axîn jî bi çekên giran li dagirkeran hat xistin di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 5’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker çeperên şer yên li Girê Hekarî yê Metîna 5 caran û 6’ê Hezîranê jî çeperên şer yên li qada Şehîd Şahîn a herêma Zapê 12 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebarankirin.

Her wiha hat ragihandin 6 û 7’ê Hezîranê jî qadên bi ser Zap, Avaşîn û Metîna bi balafir û helîkopterên şer û obusan hatin bombebarankirin.

Back to top button