Ji bo S-400, Rûsya biniyet e bi Enqereyê re peymaneke nû pêk bîne.
Ajanseka Spûtnîk ya Rûsî li ser zimanê serokê şîrketa Rosoboron-export a hinardina çekan Alexander Mikheev ragihand ku Rûsya dixwaze hîn bêhtir S-400 derbasî Tirkiyê bike û got:
Rûsya niyet kiriye peymaneke nû bi Tirkiyê re pêk bîne.
Tê payîn em di destpêka sala nû de vê peymanê îmze bikin.
PERGALA S-400
SENATOR HOLLEN: DIVÊ TIRKIYE WERE CEZAKIRIN
Piştî ragihandina dewleta Tirk ku ew ê radarên moşekên S-400 bicerîbînin, senatorê Emerîkî Christopher Van Hollen hêrsa xwe anî ziman û got:
“Piştî serdana Erdogan a Waşingtonê, êdî Erdogan pozê xwe ji Trump, Emerîka û NATO’yê re hildide û xeta sor derbas dike.”
Li gorî qanûnê, ji Trump tê xwestin cezayan li Tirkiyê bibire.