Çeteyan hejmarek şêniyên navçeya Şerewayê revand

Zilm û binpêkirinên dewleta Tirk yê li dijî şêniyên Efrînê dewam dikin.
Herî dawî çeteyên dewleta Tirk hejamarek şênî ji navçeya Şerewayê revand.

Malpera çalakvanên Efrînê ragihand ku berî du rojan, çeteyan gelek şêniyên gundê Gurzelê yê navçeya Şerewayê revandin.

Li gorî agahiyan, ev kes li ser rêbendeke kontrolê ya gundê Turindê hatin girtin.

Hat diyarkirin ku ji wan tenê nasnameyên 2 kesan hatine naskirin, ew jî Mistefa Îbiş Eswed û Ehmed Nûrî Ebdo ne.

Li gorî agahiyan çeteyên dewleta Tirk dest danîn ser wesaîta Ehmed Nûrî Ebdo jî.

Leave a Reply

Back to top button