Enwer Yehya: Armanca binpêkirinan, guhertina demografiyê ye

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên ku dagirkirine axivî û destnîşan kir ku ev binpêkirin bi armanca guhertina demografiyê ne. MIX

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya di hevpeyvînekê li gel ajansa Hawarê der barê sûcên şer yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de axivî û got:

“Piştî ku çeteyan herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, dest bi gelek binpêkirinên mîna talan, dizî, revandin û xwestina fîdyeyan li ser şêniyên mayî, kirin.

Lê piştî dîtin ku şênî bi xaka xwe ve girêdayî ne, dest bi teqînan kirin da ku şêniyan bitirsînin û neçarî koçberiyê bikin.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya anî ziman ku armanc ji van binpêkirin û kiryarên çeteyan, zêdekirina koçberkirina şêniyan e, da ku malbatên xwe bixin şûna wan û guhertina demografiyê pêk bînin.

Yehya bi bîr xist ku çeteyan malbatên ku ji kampa Eyn Îsayê reviyane, li malên şêniyên Girê Spî bi cih kirine.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya di dawiyê de bang li civaka navdewletî kir ku zextê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê rawestînin.

Leave a Reply

Back to top button