Di xwepêşandanên Îranê de 143 kes hatine kuştin

Rêxistina Efûya ya Navneteweyî diyarkir ku di xwepêşandanê Îranê de 143 kes hatine kuştin.

Di xwepêşandanên Îranê de ku li dijî siyaseta aboriyê û rû dabûn, rejîma Îranê gelek xwepêşander kuştin û lê belê ji ber xete înternetê hatibû qutkirin, agahî nikarîbû were girtin.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Amnesty International), diyarkir ku di xwepêşandanên Îranê de heta niha 143 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Rêxistinê ragihand ku beriya niha wan hijmara kuştiyan weke 106 diyarkiribû, lê piştê ku Îranê qedexeya Înternetê rakir hêjmar hîn zêdetir û şênber bû.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destnîşan kir ku, hejmara kesên di raperîna gel de jiyana xwe ji dest dane dibe ku hîn zêdetir bin.

Leave a Reply

Back to top button