Li Misirê zêdeyî 100 tabûtên temenê wan zêdeyî 2500 sale, hat dîtin

Li Misirê di encama lêkolînek şûnewarî de, zêdeyî 100 tabûtên mûmyakirî ku temenê xwe 2500 salin hat dîtin.

Li herêma dîrokî ya Menphis ya 24 km dikeve başûr-rojavayê paytexta Misir Qahîrê xebatên şûnewarî despê kiribûn.

Di encama lêgerînê de zêdeyî 100 tabût hatin derxistin.

Tabûtên hatine derxistin xwedî dîrokek bi qasî 2500 salî ye.

Ya balkêş jî tabût qet xera nebûne.

Misirê ev yek weke lêgerîna herî girîng ya salên dawiyê binav kir.

Misrê ev weke dîtina xezîneyeke mezin bi cihanê re parvekir.

Ev tabut ji 3 gorên li Sakkara ku bi qasî 12 metre di bin erdê de bûn, hatin dîtin.

Tê pêşbînîkirin ev tabut yên di serdema Ptolemaios de ne.

Wê despêk meha Kanûn yan jî serê sala 2021’an, lêgerînek nû despê bike.

Back to top button