Amerîka ji bo dawî anîna şer balyozê taybet dişîne Sudanê

Şerê navxweyî ya Sudanê tevî hewldanên dîplomatîk jî guhertinek pêk nehatiye.
Dîsa yê herî zêde sivîl dibin hedef û bi xwe re karesata mirovî tîne.
Amerîka ji bo şerê di navbera Artêşa Sudanê û Hêzên Piştgiriya Bilêz de bide rawestandin balyozekî taybet dişîne Sudanê.

Li Sudanê şerê navxweyî didome.

Di vê şerî de bi deh hezaran mirov bûne qurban.

Di heman demê de karesata mirovî mîna birçîbûn, koçberî rû didin.

Ji bo rawestandina şer dan û standinên siyasî jî bê encam mane.

Amerîka bo vê yekê ragihand ku balyozekî taybet bişîne Sudanê.

Li Sudanê hewldanên dîplomatîk û siyasî bê encam ma

Wezaretê Karê Dervê yê Amerîkayê Anthony Blinken dîplomatê berê û endamê kongreyê Tom Perriello wek balyozê taybet a Sûdanê erkdar kir.

Blinken derbarê mijarê de anî ziman Balyozê Sudanê John Godfrey dest ji erka xwe berda, Daniel Rubinstein jî weke Wekîla Dîrektora demkurtî ya Ofîsa Karên Sudanê kar bike.

Perriello jî daxuyaniyek da û got:

“Ji bo dawî li şer, krîza mirovî û zilmê bînin bi hewldanên hevkarên Afrîqa û Rojhilata Navîn sûdê bigirin.

Biden û Bilînken girîngiyê didin bi dawî anîna şer û zilmê ku li dijî sivîlan pêk tê.”

Nakokiya artêşa Sudanê û hêzên piştgiriya bilez

Şerê li Sudanê Nîsana borî ji ber nakokiyên artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez derketibû.

Sedema nakokiyê jî di çarçoveya plana ku ji aliyê navneteweyî ve tê piştgirîkirin ji bo derbasbûna rêveberiya sivîl û lidarxistina hilbijartinan bû.

Artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez piştî ku serokê berê Omer el-Beşîr di sala 2019’an de bi serhildana gel hat hilweşandin, beriya ku du sal şûnda derbeyekê pêk bînin, desthilatdariyê bi sivîlan re parve kirin.

NY: Li şerê Sudanê 13 hezar kes jiyana xwe ji dest dan

Pevçûn hin deverên Sûdanê, di nav de paytext Xartûmê, wêran kir.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di şer û pevçûnan de zêdetirî 13 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di heman demê de ji hêla Neteweyên Yekbûyî hişyariyên birçîbûnê hatin dayîn.

Amerîka, Hêzên Piştgiriya Bilêz bi sucên şer û sûcên dij-mirovî tawanbar dike ku bi vî awayî paqijiya etnîkî dike.

Artêşa Sudanê bajarê Nyalayê bomberan kir

Back to top button