Bi dîmen.. Li Kobanê mazot ji bo zivistanê tê belavkirin

Desteya Sotemeniyê ya bajarê Kobanê, ji bo zivistanê dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir.

Rêveberê desteyê Mehmûd Zinar ji televizyona me re diyar kiribû ku belavkirina mazotê zû hat destpêkirin da ku pirsgirêka sala derbasbûyî dubare nebe û mazot bighêje hemû malbatan.

Li gorî Rêveberiya Sotemeniyê, heya niha 22 hezar lître mazot hatine balavkirin û heya meheke din wê belavkirin bi dawî bibe.

https://youtu.be/HW8EuhYl7qU

Back to top button