Ji ber lehiya li Yemenê 13 kesan jiyana xwe ji dest da û ziyanên mezin çêbûn

Li Yemenê ji ber barana zêde, lehî rabû û di encamê de, di nav de 4 kes ji yek malbatê, 13 kesan jiyana xwe ji dest da.

Lehî li deverên Zehra, Qenawus û Lihye yên parêzgeha Hudeydayê rabû û 50 mal binav bûn.

Her wiha ji ber lehiyê, ziyaneke mezin gihîst rêyan, gelek zeviyên çandiniyê li ber avê çûn û bi sedan pez û çêlek jî fetisîn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, gelek kes wenda ne û bi sedan malbat ji ber lehiyê asê mane.

Wekîlê parêzgeha Hudeydayê jî banga alîkariyê li rêxistinên xwecihî û navdewletî kir.

Back to top button