Li Îsraîlê xwepêşanderan Netanyahu bi gendeliyê tawanbar kir û banga istîfaya wî kir

Bi zêdebûna belavbûna vîrûsa corona li Israîlê re, li dijî serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu xwepêşandan hatin lidarxistin..

Di çend hefteyên derbasbûyî de, xwepêşandanên li dijî gendeliya hikumetê zêde bûn, lê hat ragihandin ku xwepêşandana duh a herî mezin bû ku bêhtirî 5 hezar xwepêşander tevlî wê bûn.

Xwepêşanderan, siyaseta Netanyahu li hember aloziya corona, her wiha êrîşên wî li ser demokrasiyê, şermezar kirin.

Xwepêşandanên li dijî hikumeta Israîlê li gelek bajaran hatin lidarxistin, di nav de jî, bi sedan kes li pêş nişîngeha Netanyahu ya li bajarê Qîsariye kom bûn.

Li Israîlê heta niha bêhtirî 60 hezar kes bi vîrûsa coronayê ketine, ji wan 455 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button