Hêzên Ewlekariya Hundirîn 438 kg hebên hişbirê desteser kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encama operasyonekê de hejmareke zêde hebên hişbir desteserkirin. Fermandariyê diyar kir ew ê têkoşîna xwe ya ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê dewam bikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro li navenda xwe ya li Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist û encamên operasyona li dijî madeyên hişbier eşkere kir.

Yek ji fermandarên Asayîşê Elî El-Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin li ser agahiya ku çeteyên dewleta Tirk miqdareke mezin ji madeyên hişbir derbasî herêmê kirine, operasyonek li dar xistin.

Hate diyarkirin di operasyonê de 438 kg hebên hişbir, depo û kamyonên pê dihate veguhastin, hatine desteserkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin:

“Destên aliyên derve di belavkirin û firotina madeyên hişbirê li herêmên me heye, da ku binesaziya civakbûyînê xirab bikin.

Li hemeber vê, ji bo parastin û ewlehiya herêmê Hêzên Ewlekariya Hundirîn her dem wê bi erka xwe rabin .

Back to top button