Miftiyê Şamê, Şêx El-Efyûnî, di teqînekê de jiyana xwe ji dest da

Miftiyê Şamê, Şêx Ednan El-Efyûnî, di encama teqînekê de li gundewarê Şamê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên hikûmeta Şamê, îro li bajarokê Qudseya tirimpêleke bombebarkirî dema derbasbûna Muftiyê Şamê Şêx Ednan El-Efyûnî nêzî wê diteqe.

Di encama teqînê de Şêx Ednan El-Efyûnî jiyana xwe ji dest dide.

Ji aliyê xwe ve, Wezerata Ewqafê ya hikûmeta Şamê êrîşa ser Muftiyê Şamê pêk hatî bi êrîşeke terorîst bi nav kir û sersaxî xwest.

Hêjayî gotinê ye ku Şêx Ednan El-Efyûnî ji sala 2013’an Muftiyê Şamê ye.

El-Efyûnî jî yek ji oldarên ku serperştiya dosyaya tê bi navkirin bi “Lihevkirina Niştimanî” yên di herêmên hikûmetê de û ew tevlî gelek danûstandinên bi komên çete re bûye bi taybet li gundewarê Şamê.

Back to top button