Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef dibêje Tirkiyê di demên dawî zêdetirî 120 binpêkirin li Eyn Îsa û gundên wê kirinye.
Riyad El-Xelef bîlançoya sûcên artêşa Tirk li navçeya Eyn Îsa û gundên kantona Girê Spî eşkere kir.
Riyad El-Xelef êrişên Tirkiyê yên li dijî navçeyê û gundên wê şermezar kir û got:
”Artêşa Tirk bi tank û çekên giran û navîn zêdetirî 120 binpêkirin pêk anîne û bi balafiran welatî kirine armanc.”
El-Xelef anî ziman ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di çarçoveya parastina gel de bersiva êrişan dide.
Riyad El-Xelef her wiha bêdengiya Rûsyaya garantor ya li hermber sûcên Tirkiyî jî şermezar kir.
Riyad El-Xelef soza parastina kantona Girê Spî ji êrişên artêşa Tirk û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.