“Herî kêm 481 kes di xwepêşandanên li Îranê de hatine kuştin”

Rexistina Mafê Mirov a Îranê diyar kir ku metirsiya dayîna cezayê bi darvekirinê yan jî bicihanîna cezayê darvekirinê li ser 109 kesên tevlî xwepêşandanan bûne heye.

Rexistina Mafê Mirov a Îranê di daxuyaniyek de eşkere kir ku ji destpêka xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ta îro herî kêm 64 jê zarok, 35 jê jin 481 kes hatine kuştin.

Her wiha hat diyarkirin metirsiya dayîna cezayê bi darvekirinê li ser 109 kesên tevlî xwepêşandanan bûne heye.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku kuştinên xwepêşandêran li 25 parêzgehên cûda yên Îranê hatine tomar kirin.

Jmara herî zêde ya kuştinan jî li parêzgehên Sîstan Beluçistan, Azerbeycana Rojava, Sine, Tehran û Mazenderan bûne.

Back to top button