Serokê Qewala: Serokwezîrê Iraqê bi Êzidiyan re ne durust bû

Duh biryar bû ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî serdana Şengal û Laleşê bike, lê ev yek hate betal kirin.
Serokê Qewala, Behzad Qewal Silêman ku beşdarî civîna şanda meclisa Rûhanî ya Êzdiyan a bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî re bibû, diyar kir ku Sûdanî bi şandeyê re ne durust bû.

Serokê Qewala Behzad Qewal Silêman di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt parve kir:

“Biryar bû Sudanî serdana Laleş û Şengalê bike, lê piştre ji mere hate diyakirin ku bernameya wî hatiye sekinandin û ewê vegere Bexdayê.

Lê serdana wî ji bo beşek ji herêmên Deşta Nînowa û pêkhateyên Hemdaniye, Bertella û hinek cihên din pêk hat, ev jî ji mere bû cihê gumanê.”

Behzad Qewal Silêman bertek nîşanî vê biryara Sûdanî da û got:

“Serokwezîr bi dualîbûnê re li hember pêkhateyên gelê Iraqê disekine û qîmetê nade kesên ku şerê terorîstan kirin û DAIŞ’ê têkbirin.”

Back to top button