
Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana bakurê rojhilatê Reqayê êrişî erebeyeke hêzên hikumeta Şamê kir.
Li gorî çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê ragihandiye di encama êrişê de 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn e.
Balafirên şer ên Rûsyayê jî vê sibehê cihên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana Rûsafê bombebaran kir.
Di 3’ê Çileyê de çeteyên DAIŞ’ê êrişî karwaneke hêzên hikumeta kir; di encamê de 9 leşker hatin kuştin û 15 jî bi giranî birîndar bûn.
Tevî piştgiriya asmanî jî hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê heta niha nikarin DAIŞ’ê li Badiyê têk bibin.