Li Efrînê çeteyan 2 welatî ji navçeya Mabata revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî welatiyên Efrînê bê navber dewam dikin. Dagirkeran du kesên din ji navçeya Mabata revandin.

Li gorî Tora çalakvanên Efrînê, çeteyên ku dewleta Tirk navê ewlehiya siyasî li wan kiriye du welatî ji navçeya Mabata revandin.

Hat diyar kirin çeteyan bi hincetên berê hezirkirî girtin ser malên her du welatiyan û ew revandin.

Navên kesên hatine revandin:

Mihemed Hacî yê 30 salî
Abdîn Qele ye.

Hate zanîn ku kesê bi navê Mihmed Hacî ev cara sêyemîne tê revandin û her carê çete di berdêla berdana wî de pere jê digirin.

Hat diyar kirin ku çeteyan li gundê Mamila yê bi ser navçeya Raco bi idîaya ku ew endamên rêxistineke mirovî ne bi ser malekê de girtin, pere û zêrê malê desteser kirin.

Back to top button