Di 24ê Tîrmehê de ji ber bûyerên cûda 5 kes li Sûriyayê hatn kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hûrgiliyên van bûyeran diyar kir.
Li gor çavdêriyê Cenazeyê zarokekî piştî 20 rojan ji windabûnê li gundewarê rojhilatê Dêr ez-Zorê hate dîtin.
Li bajarê Eltall yê gundewarê Şamê, dema xortekî bombeyeke destan bi xeletî teqand, hate kuştin.
Du xortên berê endamê îstîxbarata leşkerî ya rejîma berê bûn, li bajarê el-Senameyn yê Derayê hatin kuştin.
Kurek li gundê Safyan yê parêzgeha Reqayê ji ber teqîna bermahiya mayinekê, hate kuştin.



