Meşên dirêj ku bi pêşengiya TCŞ’ê û Jinên Ciwan li welatên Ewropayê dest pê kiriye dewam dikin. Meşên li Swîsra û Almanyayê di roja duyem de ne.
Li Swîsreyê ciwan serê sibehê li bajarê Zentralplatzê kom bûn û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gerîlayên azadiyê li hemberî êrişên li ser Kurdistanê berxwedana xwe didomînin û divê xwedî li berxwedana gerîla bê derketin.
Meşa li Almanyayê jî dewam dike.
Çalakgeran pankartên “Li dijî îxanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê” rakiribûn û ” dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre îxanet” berz kirin.