Şêniyên kantona Cizîrê destnîşan kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di xwendina pirtûkên wî de ne.
Şêniyan bang li gelên cîhanê kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixwînin û bixin pratîkê.
Welatiya ji navçeya Çilaxa Nizhet Seyfudîn têkildarî mijarê axivî û got:
“Bandora fikrên Rêbertî ên li ser azadiya jinan hişt gelek jin dest bi têkoşînê bikin, doza maf û azadiya xwe bikin.”
Welatiyê ji pêkhateya Ereb bi navê Emaş El Ebdullah jî wiha axivî:
“Min ji parêznameyên Rêbertî girîngiya kesayeta mirovê azad nas kir.
Guhertina zîhniyeta baviksalarî ji bo avakirina civaka azad nas kir.”
Bedir Şemsedîn ê ji heman navçeyê axivî û wiha got:
“Rêber Apo rêya çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên pergalên cîhanê nîşandaye û ev bang kir:
“Em pêkhateyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya projeya mezin ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û destkeftî pêk hatine, bi ewle û îstîqrar dijîn.
Ez bang li hemû gelê cîhanê dikim ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan bixwînin.
Fikir û pêşniyarên wî altarnatîf in û dikare li her cihekî cîhanê û ji bo tevahî gelên wê pêk were.”