Bi hezaran kesî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Îro li hin navendên Ewropayê bi meşan daxwaza Azadiya Rêber Apo hate kirin.
Bi hezaran Kurd û dostên xwe beşdarî van çalakiyan bûn.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê, ji bo Rêber Apo li bajarên Hambûrg, Dusseldorf, Berlîn, Hannover ên Elmanyayê û bajarên Rennes, Parîs û Strasboûrg ên Fransayê bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” meş û mîtîng lidarxistin.

Çalakiya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi meşê dest pê kir.

Ji bo beşdarî meşê bibin Kurdistanî û dostên wan ên li Başûrê Elmanyayê, Swîsre û Rojhilatê Fransayê dijîn, ji saet 10.00’an û şûn de li Qada Strasboûrg Place de la Repûblîqûe yê kom bûn.

Gel di derdora saet 12.30’an de dest bi meşê kir. Piştî meşê li Qada Avenûe de l’Eûrope wê mîtîng hat lidarxistin.

Gel bal kişand ser durûtiya Meclîs Parlemeteran a Konseya Ewropayê, Parlementoya Ewropayê û CPT’ê.

Li Parîs a Fransayê li dijî tecrîdê meşek hat lidarxistin

Back to top button