Li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan wê di 2-3’ê Îlonê de li bajarên Parîs, Strasboûrg û Lyonê yên Fransayê çalakî bêne lidarxistin.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) ragihandin ku bi dirûşma “Li dijî tecrîdkirina Rêber Apo ‘Rêberê azad, gelê azad’ ew ê 2’yê Îlonê li Strasboûrg û Parîsê li qadan bin”
CDK-F û TJK-F’ê diyar kirin ku tecrîda di şexsê Rêber Apo de tê meşandin ji bo qirkirina Kurdan e.
Û bang li welatparêz û raya giştî ya demokratîk û şoreşger kir ku bi rengê herî xurt tevlî çalakiyan bibin.
Komeleyên Kurd ên li başûrê Fransayê jî ji bo meş û mîtînga 3’ê Îlonê ya li Lyonê banga tevlîbûnê kirin.
Meş wê li Place Jean Mace saet di 13:00 de destpê bike.
Li Place Bellecoûrê jî bi beşdariya hunermendên Kurd mîtîngek bê lidarxistin.
Di mîtîngê de wê hunermend Seyda Perînçek, Lavîn Perînçek û Farqîn Azad hunera xwe nîşan bidin.
Çalakî wê bi drûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, edalet ji bo Kurdan’ bê lidarxistin.