Ji bo şermezarkirina kiryarên PDK’ê û piştgiriya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeya Girkê Legê xwepêşandanek li dar xist.
Ciwanan hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirkiyê re, êrîşên wê yên li dijî Heremên Parastina yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Xwepêşandêr li kolana sereke ya sûka navendî meşiyan.
Li sûkê xwepêşandan rawestî û veguherî mitingê.
Di mitingê de rêvebera Tevgera Jinên Ciwan Emşe Ednan Ebdî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got:
“Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên wê de êdî ji bo hemû Kurdan berçav e û divê herkes li dijî wê bisekine.
Divê em li hember xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re asta têkoşînê bilind bikin.
Em piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nû dikin ku ji bo rûmet û azadiya me li dijî xiyanet û dagirkeriyê tê dikoşin.”
Xwepêşandan bi druşmên “Bijî berxwedana gerîla” û “Bimire faşîzm û îxanet” bi dawî bû.