Li Hambûrg a Almanyayê êrişên li ser xebatkarên JIN TV hat şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker ku li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrîş bir ser xebatkarên JIN TV’yê, li Hambûrgê ku bajarekê Almanyayê ye, çalakiyek hate lidarxistin.

Nûnera Meclisa Jinan a Rojbînê Leyla Kaya ku li di çalakiyê de axivî diyar kir ku êrîşa li kedkarên çapemeniyê sûcek e ku li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin û wiha got:

”Bi qetilkirina hûn nikarin têkoşîna me biqedînin.

Kurd azadîxwaz in, berdêlê azadiyê çi be jî wê ji vê rêyê venegerin.”

Çalakvanê mafên jinan Anja Flach ku li ser navê Defend Kurdistanê axivî, anî ziman ku dewleta Tirk di serî de Rojava hemû destkeftiyên Kurdan ji xwe re kirine armanc û got:

“Bi destên PDK’ê hewila qewimandina şerekê navxweyî yê Kurdan tê dayîn.

Êriş di heman demê de êrişeke bi nemerdî ye ku li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan hatiye kirin.

Dewletên rojavayî ku bi Erdoganê faşîst re dibin piştgir û dengê xwe nakin jî herî kêm bi qasê yên qirker sûcdar in.”

Li ser rêya Qamişlo-Amûdê balafireke Tirk êrişî xebatkarên ragihandinê kir

Back to top button