Efrîn..Ji ber xizmetkarî qebûl nekirin çeteyan 7 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, Kiryarên çeteyên dewleta Tirk yên hovane jiyana şêniyan xistine metirsiyê.
ji ber karê xizmetkariyê red kirin çeteyan 7 sivîl ji navçeya Mabeta revandin, her weha artêşa Tirk a dagirker jî zeviyên şêrewa û çiyayê Reco dişewitîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe yên hovane li Efrînê didomînin.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku ji ber karê xizmetkariyê qebûl nekirin, çeteyan li gundê Dela yê navçeya Mabeta 7 sivîl revandin û êşkenceyên giran li wan kirin.

navên kesên hatine revandin wiha ne;

Ebd El-Kerîm Hemade (65)

Rêzan Ebd El-Kerîm Hemade (20)

Ehmed Ezîz (48)

Xalid Ehmed Ezîz (20)

Nîzar Şikrî Çîlo (27)

Şiyar Elî Ehmed (22)

Navê keskî ku hatiye revandin jî nehat zanîn.

Rêxistinê da zanîn ji ber êşkenceyên giran jiyana Xalid Ehmed di metirsiyê de ye.

Rêxistinê eşkere kiribû ku di meha Hezîrana derbasbûyî de jî, ji ber karê xizmetkariyê red kiribû, çeteyan li gundê Şingêlê yê navçeya Raco kesê bi navê Şeban Etş (37), gulebaran kiribû.

Artêşa Tirk zeviyên Şêrewa şewitandin

Li aliyê din jî, artêşa Tirk a dagiker rûberek berfireh zeviyên gundê Birc Qas yê navçeya Şêrewa şewitandin.

Çeteyan agir bi daristana çiyayê Şêx Bilo yê Reco xist

Li navçeya Raco jî, duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi daristana çiyayê gundê Şêx Bilo xist.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan gelek darên berrû şewitandine.

Beriya bi demekê jî, çeteyan darsitanên ku di navbera gundên Çê, Dîkê û Şêx yên navçeya Raco de şewitandibûn.

Back to top button