Ji ber germahiya global di nava 50 salên dawî de, 51 ji sedî qeşa helyaye

Li gorî daxuyaniya Saziya Avê ya Netewî ya Perûyê (ANA), ji ber germahiya global di nava 50 salên dawî de 51 ji sedî qeşa heliyaye.

Di rapora Saziya Avê ya Netewî ya Perûyê ANA’yê de hat diyarkirin ku li beramberî germahiya global, qeşa pergaleke xwazayî gelekî hestyar e ku navbera salên 1980 û 2019’an de bi rêjeyeke zêdeyî 650 metreyî heliya.

Bandora vê yekê jî di nava deh salên dawî de bêhtir ber bi çav bû, qeşa bêhtir heliya û golên nû çêbûn.

Hate ragihandin ku qeşaya çemê Pastorûrî ku dirêjahiya xwe 5200 metre ye û cihekî geştyariyê ye, 50 ji sedî qeşaya wê heliyaye.

Li Perûyê 2 hezar û 679 qeşa hene ku mezinahiya giştî ya wan 2 hezar kîlometreçargoşe ye.

Perû her wiha xwedî rêzeçiyayên herî mezin ên tropîkal û 71 ji sedî yê qeşayên tropîkal ên tevahiya dinyayê ye.

Back to top button